Di bombebarana Tişrînê de 4 kes şehîd, 15 jî birîndar bûn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di bombebarana nû ya Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê de 4 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Di bombebarana Tişrînê de 4 kes şehîd, 15 jî birîndar bûn
18 ÇILE, 2025   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker careke din kombûna siîvlan a li Bendava Tişrînê hedef girt û di encama vê êrişa yekser li dijî sivîlan de 4 nobedarên li bendavê şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker beriya du saetan nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kiribû.

Ev cara sêyemîn e ku nobedarên li ser Bendava Tişrînê bi xwe tên hedefgirtin.

(fr)

ANHA