Şêniyên Holê û Şedadê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên bajarên Holê û Şedadê yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kirin.

Şêniyên Holê û Şedadê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Holê û Şedadê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Holê û Şedadê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Holê û Şedadê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Holê û Şedadê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
18 ÇILE, 2025   16:14
HSEKÊ

Meclisa bajarê Holê ya kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê cîgira hevserokên Meclisa Holê Şahîn El Heran ve hate xwendin, berxwedana QSD’ê hate silavkirin û hate gotin: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û balafirên bêmirov, êrişên li dijî qanûnên navneteweyî ne.

Daxuyaniyê tekez kir ku divê civata navneteweyî bi erkên xwe yên mirovî û yasayî rabe ji bo rawestandina van êrişan.

Li bajarê Şedadê jî meclisa bajêr bi amadebûna şênî, rûspî û endamên saziyan daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî ji hêla endama meclisa bajêr Yusra El Ebdela ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk lekeyek e li ser rûyê mirovahiyê û da zanîn ku bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişan, êş û azarên sivîlan zêde dike.

Şêniyên Şedadê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ji mafê xwe yê berxwedana li dijî dagirkeriyê paşve gavan neavêjin.

Şedadê

Hol