Rêveberiya Xweser bêdengiya navneteweyî û NYˋyê li hember sûcên Tirkiyeyê rexne kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan di serî de NYˋyê rexne kir û diyar kir ku ew bêdengî dihêle dewleta Tirk a dagirker pêkanîna komkujiyan zêde bike.

Rêveberiya Xweser bêdengiya navneteweyî û NYˋyê li hember sûcên Tirkiyeyê rexne kir
18 ÇILE, 2025   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da raya giştî û tê de komkujiya ku îro dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê kiriye aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker careke din kombûna sivîlên ku li Bendava Tişrînê hedef girt. Ew sivîl ji bo piştgiriya zarokên xwe li dijî êrişên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker ên li ser pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê, nobedariyê dikin. Di vê êrişa yekser a li dijî sivîlan de, 4 kes şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Digel bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û NYˋyê sûceke din a şer li sicila sûcên dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Ev bêdengî dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku sûcên zêdetir li dijî gel û herêmên me yên ewle pêk bîne.

Em diyar dikin ev sûc qanûnên navneteweyî bin pê dikin, hewldanên pêkanîna îstîqrara li Sûriyeyê hedef digirin û bi armanca valahiyek ji bo vegera teror û tundrawî çêbibe, ye.

Divê cıvata navneteweyî û raya giştî ya cîhan, Sûriye û Kurdistanê bi awayekî lezgîn tev bigerin û berpirsiyariyên xwe pêk bînin û ji bo sînordarkirin û rawestandina van sûcên li dijî xelkê me bixebitin.

Em diyar dikin ku em ê parastina destekeftiyên gelê xwe û parastina wî bidomînin û bang li tevahî pêkhateyên gelê xwe dikin ku hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî hembêz bikin. Divê em bi berxwedanê bawer bin ku garantî û rêya yekane ya têkbirina tevahî planên dijmin e.

Şehîd namirin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re."

(fr)

ANHA