Di aramxaneyekê de şewat derket: 16 kes mirin

Li bajarê Manado yê Endonezyayê di şewata li aramxaneyekê de 16 kes de mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Di aramxaneyekê de şewat derket: 16 kes mirin
29 kanûn, 2025   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku duh êvarî li aramxaneya li bajarê Manado yê paytexta kantona Sulawesi ya Endonezyayê şewat derket. Li gorî rayedarên herêmî di şewatê de 16 kes mirine û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Serokê ajansa agirkujiyê û rizgarkirinê ya herêmî Jimmy Rutinsulo ji AFP’ê re got şewat piştî nêzîkî saetekê hatiye vemirandin. Her wiha ragihand ku çend cenaze di hundirê odeyên wan de hatine dîtin.

Hate diyarkirin ku tîmên rewşên awarte 12 kes bi saxî derxistine û ew birine nexweşxaneyê.

(b)