Li Sîdekanê piştî barîna berfê 21 kes winda ne

Li zozanên Lolan ên ser bi bajarokê Sîdekanê, ji ber barîna befrê agahî ji 21 kesan nayê wergirtin. Tê gotin 13 kes ji wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li Sîdekanê piştî barîna berfê 21 kes winda ne
29 kanûn, 2025   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê, li zozanên Lolan ên ser bi bajarokê Sîdekan ê ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve, berfeke zêde dibare. Hate zanîn ji ber barîna berfê agahî ji 21 kesan nayê wergirtin. Tê gotin 13 kes ji wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne û yên din jî ji Başûrê Kurdistanê ne.

Der barê nasnameyên wan kesan de agahî nehatine standin, dibe ku ew kes koçer an jî geştiyar bin.

Li herêmê ji ber barîna befrê rêyên gelek gundan hatine girtin.