Dîmenên êrişên hikumeta veguhêz ên li dijî xwepêşandanan

Dîmenên binpêkirin û êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li dijî xwepêşandanên li perav û naverasta Sûriyeyê hatin parvekirin.

Dîmenên êrişên hikumeta veguhêz ên li dijî xwepêşandanan
29 kanûn, 2025   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li herêmên perav û naverasta Sûriyeyê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Xwepêşandêran ku nerazîbûn nîşanî siyasetên hikumeta veguhêz dan, daxwaza federalîzmê û mafê diyarkirina çarenûsê kir. Hikumeta veguhêz êriş û tundî li dijî xwepêşandêran bi kar anîn.

Dîmenên êriş û binpêkirinên hêzên hikumeta veguhêz ên li dijî xwepêşandêran di medyaya civakî de hatin parvekirin.

Di dîmenekê de ku ji xwepêşandana bajarê Laziqiyê hatiye kişandin, hêzên hikumeta veguhêz guleyan rasterast li xwepêşandêran direşînin, di encamê de hin xwepêşandêr birîndar bûn. Di dîmeneke din de ku ji heman bajarî hatiye kişandan, kesek bi kêrê li xwepêşandêrekî dide û wî birîndar dike.

Di dîmeneke din a xwepêşandana li Çerxerêya El Ezherî ya bajarê Laziqiyê de, erebe didin nava xwepêşandêran.

(b)