Di 24 saetên dawîn de li Rojhilat û Îranê 33 kes hatin kuştin

Li gorî bîlançoya HRANA’yê, di nava 24 saetên borî de di êrişên DYA-Îsraîlê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 33 sivîl hatin qetilkirin û 50 kes jî birîndar bûne.

Di 24 saetên dawîn de li Rojhilat û Îranê 33 kes hatin kuştin
9 adar, 2026   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê bîlançoya êrişên 24 saetên dawîn ên Îsraîl- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li dijî Îranê raporek belav kir.

Hate ragihand ku di 24 saetên borî de di encama êrişên Îsraîl-DYA’yê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 33 welatiyên sivîl hatine kuştin û 50 welatî jî birîndar bûne.

HRANA’yê destnîşan kir ku Îsraîl û DYA’yê di 24 saetan de li dijî 30 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 752 êriş pêk anîne ku 124 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên Îranê, navendên Besîcan, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên petrole kirine hedef.

HRANA’yê da zanîn ku piraniya êrişan li dijî Tehranê bûne û di rêzên duyem û sêyem de jî Xûzistan û Kirmaşan hebûne.

Her wiha HRANA ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hezar û 238 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.