Berpirsekî hikumeta demkî: Sibê dê komek dîlgirtî werin berdan

Berpirsekî hikumeta demkî ragihand ku hejmarek dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ve têne ragirtin, dê sibê werin berdan.

Berpirsekî hikumeta demkî: Sibê dê komek dîlgirtî werin berdan
9 adar, 2026   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Daîreya Kar û Barên Siyasî ya Hesekê Ebas Hisên ragihand ku komeke dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve têne dîlgirtin, dê sibê werin berdan.

Hisên ev daxuyanî da nûçegihanê me yê ku li bajarê Hesekê vegera koçberên Efrînê dişopîne, bêyî ku hûrgiliyên li ser hejmara girtiyan an mekanîzmaya berdana wan aşkera bike.

Dîlgirtiyê ku dê bêne berdan, şervanên QSD`ê ne ku di dema vekişîna wan ji hin cihan de ji hêla hêzên hikumetê ve hatine dîlgirtin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, 2 roj berê diyar kir ku hejmara giştî ya girtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ve têne girtin, hezar û 70 ye û gelek jê sivîl in.

(k)