Li Belçîkayê li ber kiniştekê teqînek çêbû

Li bajarê Liege yê Belçîkayê teqînek li pêşiya kiniştekê çêbû. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li Belçîkayê li ber kiniştekê teqînek çêbû
9 adar, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Belçîkayê ragihand ku li bajarê Liegê yê li rojhilatê welat teqînek li pêşiya kinişteke yahûdiyan çêbûye.

Polîsan diyar kir teqîn saet di 04.00'an de li pêşiya kinişta li kolana Rue Léon-Frédéric çêbûye û zirarên teqînê tenê madî bûn.

Kanala RTBF a Belçîkayê ragihand ku ji ber hêza teqînê pencereyên avahiyên nêzî cihê bûyerê şikestine û polîsan jî kolanên derdora dêrê girtine û li herêmê dorpêçeke ewlehiyê daniye heya ku lêpirsîn biqede.

(bb)