DFG: Em ê mîrateya rojnamevan Egîd Roj mezin bikin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG)'ê rojnamevan Egîd Roj bi bîr anî ku di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de şehîd bû.

DFG: Em ê mîrateya rojnamevan Egîd Roj mezin bikin
15 sibat, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevan Egîd Roj di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî ku 15'ê Sibata 2025'an li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişa balafira bêmirov (SÎHA) a dewleta Tirk de hate şehîdxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rojnamevantî ew kar e ku li hemberî hewldanên reşkirina heqîqetê bibe dengê gel û hate gotin, "Hate xwestin ku kamera Egîd Roj bê tarîkirin; lê belê şahidiya wî, şopa wî îro bi rengê herî xurt dewam dike. Her êrişa li hemberî meşvanên li pey heqîqetê xizmetê ji wê yekê re dike ku heqîqet hîn bêhtir bê dîtin, ne ku ji holê bê rakirin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna Egîd Roj ditewînin; em ê mîrateya wî mezin bikin, dest ji nivîsandina heqîqetê, şahidiya heqîqetê û parastina heqîqetê bernedin."