Ji Iraqê daxwaza azadkirina Rêber Abdullah Ocalan 

Înîsiyatîfa Iraqê ji bo Azadiya Ocalan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bersivdayîna banga aştî û civaka demokratîk kir.

Ji Iraqê daxwaza azadkirina Rêber Abdullah Ocalan 
15 sibat, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Iraqê ji bo Azadiya Ocalan bi boenaya  salvegera 27`emîn a komploya 15`ê Sibatê daxuyaniyek ji raya giştî re weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bi navê Înîsiyatîfa Iraqê ji bo Azadiya Ocalan, diyar dikin ku mayîna birêz Ocalan li Zindana Îmraliyê ne tenê tedbîrek cezakirinê ye, lê belê hewldanek siyasî ya sîstematîk e ji bo astengkirina projeya wî ya aştiyê ya demokratîk, projeya ku banga biratiya gelan dike. "

Daxuyanî wiha dewam kir "Li ser bingeha berpirsiyariya me ya exlaqî û siyasî, em daxwaza serbestberdana tavilê û bê şert û merc a rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên ramanê û girtiyên siyasî dikin. Em dibêjin ku azadiya rêber û ramyaran şertek pêwîst e ji bo her çareseriyek siyasî, û aştiya rastîn nayê avakirin dema ku sembolên wê girtî bin. "

Înîsiyatîfa  di daxuyaniya xwe de soz da ku "têkoşîna xwe ya aştiyane û demokratîk li kêleka gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê bidomînin heya ku ev neheqiya dîrokî bi dawî bibe. Dengên me dê ji bo edaletê bilind bibin heya ku em Rêber Abdullah Ocalan di nav gelê xwe de azad bibînin, û serdemeke nû ya aştî û edaletê bidin destpêkirin. "

(k)