Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek dever bombebaran kirin û îdia kir ku bombebaran li dijî binpêkirinên Hizbullahê hat kirin.

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
15 sibat, 2026   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh li başûrê Lubnanê gelek dever bombebaran kirin.

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku balafirên Îsraîlê herêmên Melîx, Besîla, çiyayê Rîhan û derdora bajarokê Sedec ê Cezîn bombebaran kirin.

Ajansê da zanîn ku dronên Îsraîlê li taxa Kesayîr ya rojhilatê bajarokê Meys El Cebel 4 caran malek vala bombebaran kir. Li gorî heman ajansê, balafirên şer ên Îsraîlê duh êvarî herêma Hemliyê ya derdora bajarokê Homîna Jorîn a herêma Tifah a parêzgeha Nebetiyê ya başûrê Lubnanê rêze êriş pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku ev êriş wekî bersiva li hemberî Hizbullahê hatin kirin ku agirbestê binpê dike. Artêşê her wiha îdia kir ku êrişên wê li dijî hedefên Hizbullahê tên kirin.

(bb)