QSD: Serçeteyê şaneyên suîqastkirinan ên DAIŞˊê hat kuştin

QSDˊê di operasyoneke bêbandorkirina şaneyeke DAIŞˊê li rojavayê Dêrazorê de serçeteyekî şaneyên suîqastkirinan ên çeteyên DAIŞˊê û çeteyekî pê re kuştin û yek din jî girt.

QSD: Serçeteyê şaneyên suîqastkirinan ên DAIŞˊê hat kuştin
10 tebax 2024   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe daxuyaniyek da û got serçeteyekî şaneyên suîqastkirinan a DAIŞˊê û çeteyekî pê re kuşt û yek jî girt.

Di berfirehiya daxuyaniyê de ev hat gotin:

"Di dema ku herêmên rojhilatê Dêrazorê rastî êrişên komên çekdar ên hikumeta Şamê tên de û komkujî li dijî xelkê pêk tên, her wiha hemwextî mijûlbûna hêzên me di bersivdana wan êrişan de rêxistina DAIŞˊê ya terorîst ev yek bi kar anî û bi awayekî koordînakirî bi komên rejîmê re xebitî û şaneyên xwe xistin tevgerê. Bi wê yekê hewl didin hin kiryarên terorane pêk bînin û rewşeke bêîstîqrariyê û tevliheviya ewlehiyê li herêmên me yên ewle pêk bînin.

YATˊê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞˊê li gundê Siwêdan El Cizîrê yê bi ser çemê Firatê yê li rojavayê Dêrazorê de operasyoneke bi rêk û pêk li dar xist. Ev operasyon bi piştgiriya hewayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.

Hêzên me cihê şaneya terorîst dorpêçe, banga teslîmbûnê kir. Lê endamên şaneyê bang nebersivandin û gule li şervanên me reşandin. Bi wê re hêzên me jî gule reşandin, di encamê de pevçûn çêbû. Di encama pevçûnê de berpirs û serçeteyê şaneyên suîqastkirinan bi navê Ebû Usama, çeteyekî pê re hatin kuştin û terorîstek jî hat girtin.

YATˊê ev tiştên li gel şaneyê girtin:

Telefonek

Belgeyên şexsî

Dabanceyek

Kilaşînkovek."

(fr)