`Bi saya zexta ragihandinê ez gihîştim zarokê xwe`

“Elî çûye yekî din hatiye” bi van gotinan re Necma Mûsa bal kişand ser hovîtiya li ser zarokê wê hatiye kirin û got: “îşkence, zext lê kirin, derûniya lawê min xira bûye.”

`Bi saya zexta ragihandinê ez gihîştim zarokê xwe`
`Bi saya zexta ragihandinê ez gihîştim zarokê xwe`
10 tebax 2024   07:25
DIRBESIYÊ
CÎHAN BÎLGÎN

Zarokê bi navê Elî Welî (17) ê ku hewl dida di Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibe, di 22'yê Hezîrana 2023'yan de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû girtin û 9 mehan di girtigeha Mêrdîn û Erzînganê hiştin. Welî di 12’ê Adara 2024'an de hatibû berdan lê li ber deriyê girtîgeha Erzînganê revandin û pişt re derket ku radestî çeteyên Girê Spî kirine. Çeteyên girêdyî dewleta Tirk 6 mehan wî di zindanê de hiştin, îşkence kirin. Endamên MÎT û çeteyan dîmenên îşkenceyê ji malbata Elî Welî re şandin û sîxurî li wan ferz kirin. Piştî malbat 9 hezar û 800 dolar fidye dan çeteyan, Elî Welî di 4`ê Tebaxê (2024) gihîşt malbata xwe.

Dayika Elî Welî, Necma Mûsa têkildarî gihiştîna lawikê xwe ji ANHA`yê re axivî.

`WEKÎ KU ELÎ ÇÛYE YEKÎ DIN HATIYE`

Necma Mûsa anî ziman ku gelek îşkence li lawikê wê kirine ku derûniya wî xirab bûye û got: “Elî çûye yekî din hatiye. Gelek lêdan, zext lê kirine û ew tirsandine. Kurê min nexweş ketiye, divê em wî tedawî bikin. Wekî ku Elî çûye yekî din hatiye. Pir zeyif bûye, bêdeng e, em çi qasî pê re didin û distînin jî bê feyde ye. Gelek zirar dît sal û nîvekê winda ma.”

`BI SAYA ZEXTA RAGIHANDINÊ RE EM GIHÎŞTIN ELÎ`

Necma Mûsa destnîşan kir ku wan bawer nedikir cardin zarokê xwe bibînin û got: “Bi rastî min got Elî êdî tine ye û nema vedigere. Bi saya zexta ragihandinê em gihîştin Elî. Ji ber me bi rêya ragihandinê dengê xwe derxist. Dewleta Tirk ji cîhanê re dibêje em li penaberan xwedî derdikevin û em li zarokan xwedî derdikevin, lawê min e 16 salî tehdîd û îşkence kirin.”

BANG JI HEMÛ DAYÎKAN RE!

Necma Mûsa dixwazê ku tiştê bi serê wan hatiye herkes jê tecrûbe bigre û got: “Heke tiştek bi vî awayî bi serê wan hat bila serê xwe ji wan re netewînin. Elî di destê wan de bû, ger xwestiba kuştiba wê bikuştiba, nekuştin lê ew kirin nîv însan. Bila cîhan giştî bi zanibe dewleta Tirk van kiryaran bi serê Kurdan dike, gefan li malbatan dixwûn da ku sîxurtiyê ji wan re bikin.”

`ÇI KIRIN ME SERÎ LI HEMBER WAN NETEWAND`

Dayika Elî Welî anî ziman ku tevî hemû zext û gefên MIT`ê xwe teslîm nekirine û got: “Çi kirin me serî li hember wan netewand û em natewînin jî. Kurê min kezeba min e, dîmenê wî ji min re dişandin. Sîxûrtiyê li min ferz dikirin. Agahiyên têkildarî xalan ji min dixwestin, hewildidan min bi pereyan bixapînin. Lê me nekir. Piştre xwe bêdeng kirin û kurê me şandin herêmên dagirkirî. Tişta li Tirkiyeyê bi serê Elî kirin li wir du qatî kirin.”

Necma Mûsa bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku li welatê xwe bin û welatê xwe ji xelkê re nehêlin.

ANHA