Şehîd Axîn Koçber hat oxirkirin

Şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê şervana YPJ‘ê şehîd Axîn Koçber (Rozîv Mihemed) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Şehîd Axîn Koçber hat oxirkirin
Şehîd Axîn Koçber hat oxirkirin
Şehîd Axîn Koçber hat oxirkirin
Şehîd Axîn Koçber hat oxirkirin
Şehîd Axîn Koçber hat oxirkirin
24 îlon, 2026   22:49
HESEKÊ

Cenazeyê şervana YPJ’ê Axîn Koçber (Rozîv Mihemed) a ku 9’ê Kanûna 2024’an dema erka xwe bi cih dianî li Minbicê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê hat veşartin. 

Tevî endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên partiyên siyasî, bi sedah şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Zehra Qido axivî. Zehrayê sersaxî da malbata şehîd û got: “Hebûna me ya îro li vir, bi saya fedakariyên şehîdan û lehengiyên wan e.”

Apê şehîd Axîn, Xelîl Zekî diyar kir ku ew li ser şopa şehîdan in û banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Axîn hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(f)