Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran

Saziya Giştî ya Pembo amadekariyên wergirtina pembo didomîne. Cotkaran jî bang li Rêveberiya Xweser kir ku li gorî lêçûna hilberandinê, buhayê pembo diyar bike.

Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
Amadekariyên wergirtina pembo ji cotkaran
15 îlon 2024   06:10
REQA
MIZGÎN EL ELÎ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8`ê Tîrmehê Saziya Giştî ya Pembo ava kir.

Rêveberiyê 14`ê Nîsana 2024`an ragihandibû ku ew ê pembo ji cotkaran bikire û ji bo wergirtina berheman navend diyar kirin; kargeha pembo ya li Hesekê, navenda pembo ya li Reqayê û Dêrazorê.

Cotkarê bi navê Mihemed El Xelef bang li Rêveberiya Xweser kir ku pembo ji cotkaran bi temamî bikire ji bo ku bazirgan keysbaziyê nekin.

El Xelef got sala borî rêveberiyê pembo ji cotkaran wernegirt, ji ber wê bazirganan bi nirxê dixwazin ji cotkara kirîn û da zanîn ku lêçûna wan 800 dolar bû lê bazirganan bi 420 dolarî ji wan kirî.

LÊÇÛNEKE ZÊDE

Li gorî El Xelef lêçûna her donimeke pembo ji bilî ajotin û dermankirinê ku di mewsimê de 5 car e, 150 dolar e.

El Xelef di heman demê de bang li Rêveberiya Xweser kir ku buha adil be ku lêçûna hilberandinê derxe. El Xelef diyar kir ku nirxê navîncî ê lêçûna hilberandinê ji bo her donimekê 800 dolar e.

Rêveberiya Xweser sala 2023`yan ragihand ku nikare pembo ji cotkaran wergire. Tenê buhayê her tonekê wek 800 dolarî diyar kir. Cotkar ji vê biryarê ne razî bûn û neçar man her tonekê bi 500 dolarî bifiroşin bazirganan.

Endamê rêveberiya Navenda Pembo ya Desteya Çandinî û Avdanê şaxê kantona Reqayê Îbrahîm Mihemed Xelîl got: "Di nava amadekariyên me de, me çend karmend şandin Hesekê ji bo ku li ser mijara wergirtina pembo û rêbazên sinifandina wê, fêr bibin.”

Xelîl diyar kir ku sazî dê têkildarî kirîn, depokirin, firotin û vepiçirandina pembo û pêşxistina çandiniya wê be û wiha domand: "Ev sazî girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em amade ne tevahî berhemê wergirin.”

Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2022`yan kîloya pembo bi 4 hezar û 300 lîreyên sûriyeyî ji cotkaran kirîbû.

Desteyê heta niha buhayê pembo diyar nekiriye.

(şx)

ANHA