Siwêda di dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn

Derpêça li ser  bajarê Siwêda û gundewarê wê dewam dike, heta niha zêdetirî hezar kesan hatin kuştin, 36 gund jî wêran bûn, rewşa jiyanî ya xelkê her du diçe dijwartir dibe.

Siwêda di dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
27 tîrmeh, 2025   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên ku ji 13’ê Tîrmehê ve dest pê kirin, li Siwêdayê rewşeke mirovî ya trajedîk de rû dide. Ambargoya ku li ser rêya Şam-Derayê hatiye danîn, bû sedema kêmbûna av, xwarin, sotemenî û hêmanên sereke yên jiyanê.

Ji ber êrişan jî 36 gund wêran bûne û niştecihên wê hatine koçberkirin.

Herêmên ku bi zerar bûne û niştecihên wê koçber bûne, ev in: gundên bakurê rojhilat, Xalidiye, Salimiye, Dêr Şeîr û Heqef (bakurê rojhilat), gundên Seila, Mezera, Lexa, Semîî, Dûr, Teira, Qerasa, Diwêra, Necran, Heran, Lebîn, Cerîn, Dama, Dêr Dama, Mecîr, Era, Mecdel, Rîma El Helef, Qim û Kenakir (rojava), her wiha gundên Um Zeytûn, Siwêmîra, Metûna, Lasa, Redîma Lîwa, Sûra Biçûk, Zekîr, Xelxela, Um Hartên, Hezim, Sûra Mezin (bakur). Taxên rojavayê bajarê Siwêdayê.

Li gorî çalakvanên hiqûqî û lîsteyên nexweşxaneyê, li gundên Dûr û Necran tenê, jin, zarok û kesên bi temen jî di nav nêzî 100 sivîl hatin kuştin. Aliyên hiqûqî belgekirina qurbaniyan didomînin. Lê li gorî raporan, li gelemperiya Siwêdayê hejmara kuştiyan hezar derbas kiriye. Li gundên di bin kontrola hêzên êrişkaran de jî xwegihandina cenazeyên sivîlan zehmet e.

Li gorî çavkaniyên xwecih û hiqûqî, hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê komkujî û binpêkirin, şewitandina malan û talankirina milkan pêk anîne. Dîmenên revandina bi dehan jin û zarokan jî hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku çarenûsa zêdekirî 80 kesan nediyar e.

Tevî ku şer sivik bûye, lê car caran binpêkirin tên kirin. Şêniyên Siwêdayê bi hêvî ne ku agirbest pêk were, kerîdorên mirovî ji bo derbaskirina alîkariyan werin vekirin û ambargo bê rakirin.

(bb)