Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye

Ji bo rêgirtina li ber sûcên şer û yên dermirovî ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, tevgereke navneteweyî lazim e. Divê ji ber van sûcan hesab bê pirsîn û maf û rûmeta gelê herêmê werin parastin.

Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye
Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye
Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye
Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye
Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye
Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye
Destwerdana hêzên navneteweyî erkeke mirovî ye
4 sibat, 2025   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. 

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di êrişên Çileya îsal de 41 şênî şehîd bûn, her wiha 7 jê rojnamevan û 6 xebatkarên tenduristiyê, 255 kes jî birîndar bûn. Der barê êriş û binpêkirinên mafên mirovan de ku dewleta Tirk a dagirker dike, pirsên li ser bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî û daxwazên hesapirsîn derkevin pêş.

Ji 8’ê Çileya îsal ve êriş zêdetir bûne, di wan êrişan de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn û zirarên madî yên mezin çêbûn.

Bîlançoya êrişan wiha ye:

Herêma Bendava Tişrînê: 24 kes şehîd bûn û 221 kes birîndar bûn.

Bajarê Sirînê: 2 jê zarok, 12 kes şehîd bûn.

Bajarê Kobanê: Di êrişeke hewayî de 2 kes şehîd bûn û jinek birîndar bû.

2’yê Sibatê balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gund Aşmê yê Kobanê malek bombebaran kir. Di encamê de yek jê zarok, 3 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

ÊRIŞÊN LI SER BINESAZIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8ˈê Kanûna 2024ˈan de êrişên xwe li ser bendavê zêdetir kirine. Ev êriş metirsiyên hilweşandina bendavê zêdetir dikin, nemaze ku bendav ji bo bi milyonên niştecihên li Heleb, Kobanê û Reqayê wekî reha jiyanê tê dîtin. Êrişên li ser bendavê gefeke rasterast li ser ewlehiya av û aboriyê çêdike û dê şêniyan bi karaseteke mirovî û aborî re rû bi rû bihêle.

Li gorî qanûnên navneteweyî divê binesazî werin parastin. Lê dewleta Tirk a dagirker di meha Çileyê de bi balafirên bêmirov ên biçek zêdetirî 15 caran êrişî bendavê kir.

DI QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ DE ÊRIŞÊN LI DIJÎ SIVÎLAN Û NAVENDÊN XIZMETGUZARIYÊ

Li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefkirina sivîlan, ekîbên tenduristiyê û rojnamevanan, binpêkirin in.

Peymanên Navneteweyî:

Peymana Cinêv 4 (1949):  Hedefkirina sivîlan qedexe ye. Divê sivîl di demên şerên çekdarî de bên parastin.

Protokola Pêkeva Yekemîn (1977): Di demên şeran de tevahî aliyên pevçûnê neçar in şervan û sivîlan ji hev veqetînin û binesaziyan biparêzin.

RÊGEZÊN MAFÊN MIROVAN

Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Mafên Sivîl û Siyasî: Êrişên li ser jiyanê û kuştina keyfî ya kesan qedexe ne.

Qanûna Navneteweyî ya Penaberan: Divê sivîl werin parastin û alîkariyên mirovî pêşkêşî wan bên kirin.

Parastina rojnamevan û ekîbên tenduristiyê:

Biryara 2222’yan ya Neteweyên Yekbûyî: Divê rojnamevan û ekîbên bijîşkî di dema pevçûnan de werin parastin û êrişkar werin cezakirin.

Ji ber êrişan û binpêkirinên qanûnên navneteweyî, divê di serî de Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan erkên xwe bi cih bînin, der barê van sûcan de lêpirsînê vekin. Divê dawî li êrişên dewleta Tirk bînin û mafên hiqûqî yên sivîlan û binesaziya Sûriyeyê biparêzin û edaletê ji bo qurbaniyên êrişan pêk bînin.

(bb)

ANHA