‘Rastiya berxwedana me li bendava Tişrînê tê dîtin’

Şêniyên beşdarî çalakiya li bendava Tişrînê bûne got "Kî biçe wê derê rastiya berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk dibîne. "

‘Rastiya berxwedana me li bendava Tişrînê tê dîtin’
4 sibat, 2025   06:05
AMÛDÊ
SIMAV MEHMÛD

Ji 8’ê Çileya 2025’an ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca rawestandina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, parastina bendavê û piştgirîkirina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), berxwedana xwe ya li bendava Tişrînê didomînin.

Şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn û berxwedana li bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê anîn ziman.

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî El Umerî diyar kir ku çûna ber bi bendava Tişrînê û piştgirî û parastina şervanan bersivdayîna seferberiya giştî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD`ê ve hatiye ragihandin.

LI BENDAVA TIŞRÎNÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ TÊ KIRIN

El Umerî her wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker her tiştî wêran dike û armanca wê şikandina vîna me û têkbirina destkeftiyên ku bi saya fedekariya şehîdan e hatine bidestxistin e. "

El Umerî bal kişand ser berxwedana ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan didin û wiha dewam kir: "Balefirên bê mirov li bendava Tişrînê difirin, lê gel berxwedana xwe dewam dike, ev berxwedaneke dîrokî ye. "

Her wiha tekez kir ku berxwedan û piştgiriya ji bo QSD`ê dê ranaweste û wiha got: "Em paşve venagerin, moralê me naşke û serkeftin dê ya me be. "

HÊVIYA ME BI ŞERVANÊN ME YÊN JIN Û MÊR MEZIN E’

Şêniya bi navê Efaf Resûl yek ji wan kesên ku beşdarî çalakiya li bendava Tişrînê bûye ye, destnîşan kir ku hêviya wan mezin e ku şervanên QSD`ê û YPJ`ê dê li dijî êrişên dagirkeran li ber xwe bidin.

Efaf wiha berdewam kir: "Em natirsin, ji bo parastina bendavê ji êrişan em ber bi bendavê ve çûn û ji bo parastina xaka xwe û destkeftiyên xwe çi pêwîst be em amade ne bikin. "

‘MORAL Û VÎNA GELÊ ME XURT E’

Şêniyê bi navê Hemdî Saadî der barê berxwedana bendava Tişrînê de wiha got: "Kî derbasî bendava Tişrînê bibe, wê rastiya berxwedanê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê nîşandan bibîne. "

Her wiha got: "Moralê her kesî bilind e û vîna gelê me xurt e, ji ber ku em moralê ji şervanên xwe digirin. Divê dewleta Tirk a dagirker bizane ku em bendav û axa xwe bernadin û em ê berxwedana xwe bidomînin.”

(k)

ANHA