Şêniyên Hesekê: Aştî bi azadiya Rêbertî dest pê dike

Şêniyên bajarê Hesekê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Dewleta Tirk xwe dixapîne, heke aştiyê dixwaze bila Rêbertî serbest berde. Aştî bi azadiya Rêbertî dest pê dike."

Şêniyên Hesekê: Aştî bi azadiya Rêbertî dest pê dike
4 sibat, 2025   05:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêniyên bajarê Hesekê der barê pergala îşkence û qirkirinê de ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, nêrînên xwe parve kirin.

Ferhan Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk xwe dixapîne û hewl dide gelê Kurd jî bixapîne û got: "Dewleta Tirk li aliyekî dibêje ew dê pirsgirêka Kurd çareser bike, lê heya niha cezayên li ser Rêbertî ranekiriye. Tevî hevdîtinên ku vê dawiyê li gel wî hatine kirin, lê pergala îşkence û qirkirinê didomîne."

Ferhan Dawûd anî ziman ku eger dewleta Tirk a dagirker di çareserkirina pirsgirêka Kurd de cidî bûya wê Rêber Abdullah Ocalan serbest berdaba û ev li gotinên xwe zêde kir "Hingî wê Rêbertî wê pirsgirêk Kurd çareser kiriba û aştî li Tirkiye pêk anîba."

Dawûd bi bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got: "Em ê banga azadiya Rêbertî bidomînin, ji ber ku azadiya wî azadiya gelê Kurd û mîsogeriya aştiyê li herêmê ye."

‘LI GEL PERGALA ÎŞKENCE Û QIRKIRINÊ MUZAKERE BÊ WATE NE’

Şêx Nasir Ehmed ê ji Weqfeya Al El Beyat jî der barê mijarê de got: "Em dengê xwe tev li dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em dibînin mûzakereyên ku dewleta Tirk bi Rêber Abdullah Ocalan re dike, neheq in. Ji bo mûzakereyan divê Rêbertî serbest be."

Şêx Ehmed Nasir pesnê ramanên Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk ku li herêmê hatiye pêkanîn da. Nasir bi bîr xist ku jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.

Şêx Nasir Ehmed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da û got ew di wê baweriyê de ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan dê aştiyê ji tevahî pêkhate û gelên herêmê re bîne.

‘AZADIYA RÊBERTÎ DESTPÊKA NEXŞEYA AŞTIYÊ YE’

Mihemed Eşref Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di aloziyeke mezin de ye, lew ra berê xwe daye Rêber Abdullah Ocalan û got: "Rêber Abdullah Ocalan berê hewldanên xwe ji bo aştiyê ragihandibû, lê aştî dê çawa pêk were eger li dijî wî pergaleke qirkirin û îşkenceyê tê meşandin."

Mihemed Eşref Elî da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze teslîmbûnê li Rêber Abdullah Ocalan ferz bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em van nêzîkatiyan red dikin û azadiya Rêbertî dixwazin."

Eşref di dewama axaftina xwe de anî ziman ku eger dewleta Tirk di aştiyê de cidî be bila Rêber Abdullah Ocalan azad bike da ku karibe bi gelê xwe, tevgera û alîgirên xwe re diyalogan bike û nexşeya aştiyê diyar bike.

Mihemed Eşref Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derdikevin wê heya azadiya wî li qadan bin.

(bb)

ANHA