‘Malbatên DAIŞ’iyan bombeyeke zindî ne’

Rêveberiya Kampa Roj da zanîn ku li Kampa Roj pirsgirêkên ewlehiyê hene û malbatên li kampê dimînin hewl didin xwe bi rêxistin bikin.

‘Malbatên DAIŞ’iyan bombeyeke zindî ne’
‘Malbatên DAIŞ’iyan bombeyeke zindî ne’
‘Malbatên DAIŞ’iyan bombeyeke zindî ne’
‘Malbatên DAIŞ’iyan bombeyeke zindî ne’
‘Malbatên DAIŞ’iyan bombeyeke zindî ne’
20 îlon, 2026   05:48
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Li Kampa Roj a bajarê Dêrikê bi sedan malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Der barê rewşa kampê de endamê rêveberiya kampê Reşîd Efrîn ji ANHA`yê re axivî.

Reşîd Efrîn got: "Rewşa kampa Holê bandor li Kampa Roj kir û bi taybet piştî dema zarok ji kampa Holê anîn Kampa Roj. Dema tevlihevî li kampa Holê çêbû di wê demê de hevserên çeteyên DAIŞ`ê yên li vir hewl da birevin lê nikarîbûn û hêzên parastina kampê baldar bûn û destûr nedan ku kesek bireve. Hevserên çeteyên DAIŞ`ê ji wê demê ve xwe li kampê bi rêxistin dikin û ji derveyî kampê perspektîfan didin wan ku tevliheviyê derxin, êrişî rêxistinên mafên mirovan û rêveberiya kampê bikin. Her şev zarokên wan jî êrişî navendên ewlehiyê dikin û bi keviran ziyanê didin erebeyan. Em hewl didin pirsgirêkên derdikevin çareser bikin lê her tim gazincan dikin e û ev bûye 9 sal ew li kampê dimînin.”

Reşîd Efrîn di berdewama axaftina xwe de got: "Ji sedî 20 dixwazin vegerin herêmên xwe û ji sedî 70 dixwazin vegerin herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz de. Niha li Kampa Roj derdora 745 malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene, ji wan tenê malbatek sûriyeyî ye, 15 malbat ji Iraqê ne û 729 Ereb û biyanî ne.”

Her wiha Reşîd Efrîn ji bo zarokên li kampê têne dinyayê û mezin dibin got: "Di van şert û mercan de mezinbûna zarokan gelekî xeternak e, em bang li dewletan dikin ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) welatiyên xwe wergirin. Ji ber ku zarokên li kampê li ser tundî û mezhebperestiyê têne perwerdekirin û xeternak in. Jin her tim di tevgerê de ne û xwe bi rêxistin dikin, êdî civînên xwe li dar dixin, xwe bi rêxistin dikin û bi şev derdikevin nobedariyê.”

Di dawiyê de Reşîd Efrîn wiha got: "Tenê 38 malbatên welatiyên dewletên Ewropayê ji kampê derketin lê dewletên Ereban wekî Misir, Mexrib, Tûnis, Somalî û Sudan nayên welatiyên xwe nagirin. Heke ev malbat li Kampa Roj bimînin dê ne tenê li ser herêmê xetere bin, civaka navneteweyî berpirsyarê vê yekê ye. Heke ew ji kampê birevin dikarin li ser asta cîhanê xirabiyê bikin. Divê kamp were valakirin, kesên kujer bi rêya dadgehên navneteweyî werin dadgehkirin. Hinek jin li kampê hene kujer in, lê hinek hene tu sûc nekirine. Divê rewşa wan were nirxandin û kamp were valakirin."

(np)

ANHA