Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna salane li dar xist

Desteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê di civîna xwe ya salane de diyar kir ku divê zanabûna tenduristiyê di nava civakê de were belavkirin. Civîn bi gelek xalên der barê pêşxistina rewşa tenduristiyê ya kantonê de bi dawî bû.

Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna salane li dar xist
Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna salane li dar xist
Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna salane li dar xist
Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna salane li dar xist
Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna salane li dar xist
Desteya Tenduristiyê ya Dêrazorê civîna salane li dar xist
18 kanûn, 2025   17:09
DÊRAZOR

Desteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya herêma Meamil li dar xist. Di civînê de xebatên 2025ˊan hatin nirxandin.

Endamên Desteya Tenduristiyê ya kantonê, hejmarek ji bijîşk û hemşîreyan, nûnerên ji Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên ji Meclisa Gelan, Meclisa Rêveber, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê Hemîd El Ehmed rewşa siyasî û pêşdeçûnên li Sûriyeyê nirxand.

Piştre hevseroka Desteya Tenduristiyê ay kantonê Mihdiye El Nasir rapora salê ya desteyê xwend. Di raporê de hejmara nexweşxane û navendên tenduristiyê hatin diyarkirin, 14 proje hatin pêkanîn û xebata sazûmaniya navendên tenduristiyê hat kirin.

Desteyê sînevîzyonek der barê xebatên xwe de pêşkêş kir. hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Nûr jî rapora salê nirxand û rewşa beşa tenduristiyê ya giştî şîrove kir.

Dûre beşdaran têbîniyên xwe û mijarên girîng pêşkêş kirin. Hat diyarkirin ku pêwîstî bi pêşxistina zanabûna tenduristiyê di nava civakê de heye, divê bernameyên jîngehî ji bo misogeriya paqijiya navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan werin danîn, ji bo xurtkirina beşa tenduristiyê û garantiya mafên welatiyan û pêkanîna edalet û wekheviyê pabendî bi Hevpeymana Civakî were kirin.

Beşdaran anî ziman ku divê alava radyolojiyê ya li Nexweşxaneya Ebû Heman were çaksazîkirin, divê pere ji bo çaksazîkirina alavên xerab ên nexweşxane û navendên tenduristiyê were veqetandin.

Civîn bi van pêşniyazan bi dawî bû:

Xebitîna li ser avakirinên xizmetguzariyeke zêde ku lênêrîneke bibandor pêk tîne û xalên şopandina tenduristiyê werin berfirehkirin.

Xurtkirina hevkariyên derve, aktîvkirin û hevrêziyên hevbeş bi rêxistinên navneteweyî û çalakiyên civakî re ji bo piştgiriya projeyên geşepêdanê li derveyî xalên desteyê, da ku hevgirtina hewlan were birêxistinkirin.

Li darxistina kampanyayên pêşîlêgirtina stratejîk, zêdekirina înîsiyatîfên hişyarkirina meydanî û têkoşîna li dijî nexweşiyên civakî, nemaze li dijî madeyên hişberê, ji bo parastina mozaîka civakî û misogerkirina ewlehiya wan.

Pêşxistina binesaziyê û girîngîdayîna veberhênana derfetên berdest ji bo pêkanîna beşeke tendurist û başkirina rastiya xizmetguzariyê.

(fr)

ANHA