Gelê Firatê şervanekî QSD`ê oxir kir û gerîlayek bi bîr anî

Gelê Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî şervanê QSD`ê Sukrî Beşar oxir kir û gerîlayê HPGˊê şehîd Dilsoz Kobanê bi bîr anî.

18 kanûn, 2025   16:51
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan şervanê QSD`ê şehîd Sukrî (Sukrî Beşar) ku di 17`ê Kanûna 2025`an li Kobanê de şehîd bûbû li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir kir, di heman wextî de gerîlayê HPG`ê şehîd Dilsoz Kobanê (Mûstafa Seydo) ku di 5` Mijdara 2022`an li Zapê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Berdevka Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest, diyar kir ku ev der Kobanê ye, warê şehîdan e. Eyşe got: "Şehîd ew kesên ku soz daye ku gel bi rûmet bijîn. Em soz didin ku layiqî fedakariyên şehîdan derkevin. Di her malbatekê de şehîd, du û sê şehîd hene, lê ew serkeftinê bi xwe re tîne. Barê malbatan giran dibe, lê malbat jî layîqî doza xwe derdikevin û bi ser dikevin."

Hevserokê Meclîsa Bajarokê Taşlûgê yê kantona Firatê Mihemed Xidir anî ziman ku çanda berxwedanê ji gerîlayan hatiye wergirtin û destpêkirin, ji lew re gel bi vê berxwedanê bi ser dikeve, dijmin nikare vîna vî gelî têk bibe, "Em şopdarê rêça şehîdên xwe bin."

Piştre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Sukrî bi tilîlî û dirûşma "Şehîd namirin" hat definkirin.

(sş/fr)

ANHA