Partiya Yekitiya Ermenî kongreya xwe ya damezrîner li dar xist

Partiya Yekitiya Ermenî bi dirûşma "Bîra fermana Ermeniyan...soza dadmendî û nûjenî" bi amadebûna kesayetên navdar kongreya xwe ya damezrîner li dar xist. Di kongreyê de behsa mafê Ermeniyan û resentiya wan di dîroka Sûriyeyê de hat kirin û hat gotin divê Sûriyeyek pirreng û nenavendî were avakirin, da ku mafê tevahî pêkhate û taîfeyan were parastin.

18 kanûn, 2025   18:39
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Ermenî bi diruşma "Bîra fermana Ermeniyan...soza dadmendî û nûjenî" kongreya xwe ya damezrîner li bajarê Hesekê li dar xist.

Di kongreyê de kesayetên navdar, nûnerên ji pêkhate û eşîreyan, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Fermandariya Giştî ya QSDˊê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), kesayetên rewşenbîr, civakî û jin amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, axaftina destpêkê sekreterê Giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî Îmad Tetriyan kir. Tetriyan bixêrhatina beşdaran kir û damezrandina Partiya Yekitiya Ermenî li gelê Ermenî û Sûriyeyiyan pîroz kir.

Tetriyan belgeya siyasî ya partiyê û armancên wê yên pêşerojê xwendin. Di belgeyê de ev xal hatine diyarkirin; temsîlkirina Ermeniyan di Sûriyeya nû de, xurtkirina hevkariya di navbera Ermeniyan û hemû olan de, xebata ji bo vegerandina nasnameya neteweyî û çandî ya Ermeniyan, avakirina pirên ragihandinê bi partiyên Ermenî yên li derve re, xurtkirina têkiliyan bi hêzên demokratîk ên li herêmê re, peywendiya bi saziyên navneteweyî yên ku bi parastina hindikayiyan re eleqedar in, avakirina têkiliyên hevseng bi dewletên herêmî û navneteweyî re bi awayekî ku xizmeta aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyê bi giştî bike, komîteyek ji bo şopandina pirsgirêka Ermeniyan li seranserê cîhanê were avakirin da ku zexta navneteweyî li ser Tirkiyeyê bike ku qirkirina Ermeniyan nas bike û mafên Ermeniyan vegerîne, û piştgiriya diyaloga navxweyî ji bo gihîştina çareseriyek siyasî ya berfireh were kirin.

Tetriyan da zanîn ku ev belge ji bo xebata partiyê lêvegereke siyasî û exlaqî ye û pabendbûna xebata hevbeş bi tevahî hêzn niştîmanî û demokratîk re nîşan dide ku Sûriyeyek azad û demokrat were avakirin, da ku mafên tevahî pêkhateyan bêyî cudahî were parastin.

Li ser navê Fermandariya Giştî ya QSDˊê û YPJˊê Fermandara Giştî ya YPJˊê Rohilat Efrîn di destpêka axaftina xwe de lidarxistian kongreya damezrîner a Partiya Yekitiya Ermenî, li gelê Ermenî û gelên herêmê pîroz kir. Rohilat şehîdên qirkirina Ermenî bi bîr xistin û diyar kir ku gelê Ermenî di dirêjahiya dîrokê de gelekî ku bi çand û nasnameya xwe ve girêdayî ye û li hember hewlên çewisandin û qirkirinê sekinîn.

Rohilat destnîşan kir ku têkoşîna gelên Kurd û Ermenî bi hev re di asta herî bilind de pêdivî bi girêdana bi nasname û çandê heye, û diyar kir ku li Sûriyeya heyî aramî û ewlehî nîn e, pêwîstî bi xwerêxistinkirinê û avakirina hêzên hêzan heye ku li hember siyasetên qirkirin û înkarê bisekinin û gelên herêmê werin parastin.

Rohilat anî ziman ku tevahî gel, pêkhate û taîfeyên li Sûriyeyê hewla pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê dikin û sekna li hember netewe-dewletê û rejîma yekalî bi rêya pergala nenavendî pêkan e. Rohilat got QSDˊê û YPJˊê di salên borî de herêmê parast û wê di siberojê de jî parastinê bidome.

Rohilat xîtabî jinan kir û da zanîn ku rola mezin a azadiya Sûriyeyê li ser pişta jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhate û taîfeyan e û wê jin bibin pêşengên avakirina Sûriyeya ku tevahî Sûriyeyî xewna wê dikin.

Li ser navê PYDˊê, endama Desteya Serokatiya PYDˊê Aldar Xelîl jî damezrandina Partiya Yekitiya Ermenî pîroz kir û hêvî kir ku bibe bingeha lihev civandina Ermeniyan li ser vê xakê.

Xelîl anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan rêbaza yekane ya rûbirûbûna siyasetên qirkirinê yên li dijî netewe-dewletê ye.

Dûre hevserokê MSDˊê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku gelên bi maf û rûmeta xwe ve girêdayî ne dikarin rabin ser pêyan û bi pêş bikevin. El Mislit da zanîn ku damezrandina partiyê temsîla nûkiirna sozê û xurtkirina amadebûna dîrokî ya kûr li ser vê xakê dike.

Li aliyekî din jî cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid li ser navê Rêveberiya Xweser damezrandina partiyê pîroz kir û diyar kir ku ev dîrok ji bo gelê Ermenî yê ku di qirkirinê re derbas bûye welidîneke nû ye.

Bi dîmeneke qeydkirî Şêx Murşid El Xiznewî jî got çi gaveke siyasî ji hevkarên welat bên avêtin ragihandine ku tevahî pêkhate ne hindikahiyên ku li parastinê digirin, lê belê gelên ku li azadiyê digerin e. El Xiznewî anî ziman ku projeya fitneyê têk çû û îro Ermenî ji Hesekê de rûpele nû di pirtûka azadiya Sûriyeyê de dinivîsin.

Di kongreyê de li ser navê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêxê Eşîra El Teyî Hesen El Taî axivî û diyar kir ku gelê Ermenî parçeyek ji erdnîgariya Sûriyeyê ye, pêkhate hevgirtî ne, tu kes nikare fitneyê bixe navbera wan.

Bi dawîbûna axaftinan re, kongre li pêş dezgehên çapemeniyê ji bo nîqaşkirina rêziknameyê girtî dewam kir û wê piştre encamnameyek bê dayîn.

(fr)

ANHA