Der barê penceşêra memikan li Qamişloyê semînerek hat lidarxistin

Li Navenda Çandê ya li Qamişloyê 2 rêxistinan têkildarî penceşêra memikan, bandor û xweparastin semînerek li dar xist.

15 cotmeh, 2026   14:47
QAMIŞLO

Saziya Step a Pêşxistin û Avakirinê û Saziya El Yemama ya Sûriyeyê bi boneya Cotmeha Pembeyî ya xweparastina ji penceşêra memikan li hola Navenda Çandê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna şênî, jin û jinên ciwan semînerek li dar xist.

Semîner bi axaftina Berpirsyara Tenduristiyê li Parêzgeha Hesekê Hala Hîba ve dest pê kir, Hal bal kişand ser girîngiya lênerîn û keşifkirina di demeke bi lez a nexweşiyê de û da zanîn ku ev rêjeya şîfayê zêde dike û hişmendiya naskirinê û hêviyê pêşdixîne û wiha anî ziman: “Tenduristiya me hêjayî girîngîdayînê ye.”

Semîner ji hêla Bijîşka beşa Laboratorê Rîma El Saîx ve hat pêşkêşkirin û da zanîn ku dîroka meha pembeyî ji sala 1985`an de dest pê kir, li Ewropa û cîhanê rastî serkeftineke mezin hat, di semînerê de çîroka yek ji nexwşên penceşêra memikan a ku bû peyamek anî ziman. 

Rîma diyar kir ku bedena mirov ji bi mîlyonan şaneyan pêk tê, her şaneyek bi awayeke cuda mezin dibe, lê şaneyên penceşêrê namirin, karekî nakin û belav dibe, ji bo her penceşêrekê rêje û qonax hene, fakorên ku dihêle penceşêr çêbibe gelek in, lê yên herî li pêş penceşêra memikan, prostat û pişikê ye.

Rîma El Saîx destnîşan kir ku hermonên ku dihêlin mirov qelew bibe destekê dide penceşêrê, di navbera penceşêra memikan û genetîka malbatê, di navbera penceşêra memikan û ducaniyê de peywendiyeke bi hêz heye, divê jin beriya ducaniyê û piştî wê serdana bijîşkan bike.

(sb)

ANHA