Li gundewarê başûrê Helebê teqîn pêk hatin

Li gundewarê başûrê Helebê dengê teqînan hat bihîstin, her wiha balefitên Hevpeymaniya Navneteweyî li ser hin deverên Heleb û Îdlibê firiyan.

Li gundewarê başûrê Helebê teqîn pêk hatin
15 cotmeh, 2026   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dengê teqînan li herêma El Eis a başûrê Helebê hatiye bihîstin. vîdyoyên ku li ser înternetê belav bûne teqînek mezin nîşan dan. Derbarê sedem û encamên teqînan de ti agahî nehatin naskirin

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di dema teqînan de balefirên  Hevpeymaniya Navneteweyî li ser deverên li gundewarê Heleb û Îdlibê firiyan.

(k)

ANHA