Navendên guhertin û şandina pereyan ên destûnameyên wan nebin dê werin cezakirin

Banka Navendî ya Sûriyeyê roja yekşemê dê li hemû parêzgehên Sûriyeyê navendên guhertin û şandina pereyan kontrol bike û binêre ka destûrnameyan wan heye yan na.

Navendên guhertin û şandina pereyan ên destûnameyên wan nebin dê werin cezakirin
15 cotmeh, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN  

Banka Navendî ya Sûriyeyê raghand ku ew ê roja yekşemê (18`ê cotmehê 2026) hemû navendên guhertin û şandina pereyan kontrol bikin û heke destûrnameya xwe çênekiribin dê qanûnî hesab ji wan were xwestin. 

Bankê da zanîn ku polîsên dadwerî bi agahiya Wezareta Kar û Barên Hundirîn roja yekşemê li hemû parêzgehên Sûriyeyê dest bi kar bike. Heke navendên guhertin û şandina pereyan destûnameyên xwe çênekiribin dê li gorî qanûn doza wan rakin dadgehê.

Her wiha Banka Navendî got heke nivîsgeh bê destûrname dixebitin ew ê li gorî madeya 25 ji qanûna numera 24 a sala 2006`an werin cezakirin.

Bang li welatiyan kir ku bi navendên destûnameyên wan hene bixebitin û pereyên xwe biparêzin.

(np)

ANHA