Dayikekê navê Efrîn da pitikê xwe

Jinek a koçberên Efrînê îro pitikek anî dinê û navê Efrîn lê kir.

Dayikekê navê Efrîn da pitikê xwe
6 kanûn, 2024   21:20
TEBQA

Leyla ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê ber bi kantona Tebqayê ve hatiye koçberkirin, çîroka xwe ya koçberiya rêyên dirêj û parastina nasnameya nîştîmanî vedibêje.

Berî çend kêliyan zarokekî Leylayê hat dinyayê û wê navê "Efrîn" lê kir. Bi vê yekê Leylayê xwest xaka xwe ya jidestdayî di bîr û bala zarokê xwe de mayînde bike.

Di zivistana 2018'an de ji ber dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Leyla cara yekemîn ber bi Şehbayê ve hat koçberkirin.

Cara duyemîn berî çend rojan an ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê, ber bi kantona Tebqayê ve koçber bû.

Leyla got: "Ez dixwazim di dilê zarokê xwe de bîranîna xakê ya ku tu carî nayê jibîrkirin, biçînim."

(mh/bb)

ANHA