‘Em ji doza xwe re edaletê û ji Rêberê xwe re azadiya fîzîkî dixwazin’

Şêniyên Çilaxayê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got em ji doza xwe re edalet û ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî dixwazin.

 ‘Em ji doza xwe re edaletê û ji Rêberê xwe re azadiya fîzîkî dixwazin’
7 kanûn, 2024   03:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Ji sala 1948ˈan ve 10ˈê Kanûnê wek Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî tê pîrozkirin.

Der barê mijarê de şêniyên ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Eşref Hisnî yê ji bajarokê Kêşikê yê bakurê bajarê Çilaxa pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hemberî vê pergalê bi tundî şermezar kir. Eşref Hisnî diyar kir ku  civaka navneteweyî qaşo mafên mirovan diprêze û qanûn ji bo vê yekê daniye, çavê xwe li operasyonên koçberkirin, qirkirin û sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne girtiye û got: "Em ê çawa ji van qaûnên ku mafên me, hebûna û mafên Serokê me naparêzin bawer bikin!?"

Eşref Hisnî diyar kir ku baweriya wan yekane bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê û ev li axaftinên xwe zêde kirin "Rêber Abdullah Ocalan banga parastina mafên mirovên li tevahiya cîhanê dike. Banga aştî, jiyana hevbeş û avakirina civakeke azad û demokratîk dike, ji ber vê yekê em ê li ser ramanên wî bimeşin. Bi saya felsefeya wî em xwe ji êrişên domdar ên qirkirinê diparêzin."

Mihemed Şerqî jî diyar kir ku hemwextî ku civaka navneteweyî Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî pîroz dike, mêfên siyasî û civakî yê gelê Sûriyeyê û pêkhateyên din ên bi hev re dijîn, di ber çavan re nayên girtin. Mihemed Şerqî bi domdarî got: "Mafên me wekî gelê Kurd û pêkhateyên din ên bi me re dijîn, li pêşiya çavê civaka navneteweyî tê binpêkirin. Ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve planên qirkirin, koçberkirin û guhertina demgorafî li dijî me tên sazkirin."

Mihemed Şerqî bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ev pêkanîn li dijî qanûnên parastina mafên mirovan ne.  Binpêkirina mafên me û mafê Rêberê me yê ku hebûn û çanda me diparêze, binpêkirinên herî mezin di dîroka mirovahiyê de ne. Eger bi rastî qanûnên parastina mafên mirovan hebin, em edaletê ji doza xwe û ji Rêberê xwe re azadiyê dixwazin. "

Etiye Hacî ya ji bajarê Çilaxa diyar kir ku baweriya wan bi qanûnan nayê û got: "Baweriya me bi qanûnan nayê. Qanûn tenê xame li ser kaxezê ne. Li ser erdê binpêkirinên tund li dijî me û dijî Rêberê me tên kirin. Eger bi rastî aliyên çalakî û rasteqîn ên parastina mafên mirovan li cîhanê hebin bila li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî me û li dijî Rêberê me bisekinin. Lê tiştên em dibînin ew e gelan dixapînin da ku ji îdiayên wan bawer bikin."

Etiya Hacî diyar kir ku divê rêxistinên hiqûqî bi zelalî qanûnên ku danîne pêk bînin da ku baweriyê ji dest nede û xwe li aliyên dijîberê mafên gelan wekî dewleta Tirk a dagirker negire û got: "Eger li gorî qanûnên xwe tevnegerin em bi guman ku qanûnên durist ên parastina mirovan û mafên wan hebin. Ne wisa be hingî ew qanûn ji bo me tenê dirûşm in."

(bb)

ANHA