Dayika girtî Omer Hayrî Konar wefat kir

Zeynep Konar (94) a ku dayika girtî Omer Hayri Konar ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, koça dawî kir.

Dayika girtî Omer Hayrî Konar wefat kir
9 adar, 2026   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Zeynep Konar a ku demek dirêj li Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekin dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zeynep Konar wê li Goristana Asrî were veşartin.

Zeynep Konar dayika Omer Hayrî Konar ê ku yek ji girtiyên ku bi Rêber Apo re li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtine.