YE: Şerê li Rojhilata Navîn gefê li aboriya cîhanê dixwe

Komîseriya Ewropayê hişyarî da ku eger şerê li Rojhilata Navîn, aloziya deryayî li Tengava Hurmuz û êrişên li dijî tesîsên enerjiyê li dewletên Kendavê dewam bikin wê aboriya cîhanê rastî şokeke enflasyonê were.

YE: Şerê li Rojhilata Navîn gefê li aboriya cîhanê dixwe
9 adar, 2026   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Ewropî hişyarî da ku şerê berdewam li Rojhilata Navîn aboriya cîhanî bi enflasyonê tehdît dike.

Komîserê Ewropî Valdis Dombrovskis diyar kir ku eger şerê li Rojhilata Navîn, astengiyên li Tengava Hurmuzê û êrişên li dijî tesîsên enerjiyê li dewletên Kendavê dewam bikin, wê bibe sedema enflasyoneke mezin di aboriya cîhanê de.

(ac/fr)

ANHA