Daxuyaniya QSD`ê û rewşa li başûrê Sûriyeyê di medyaya erebî de

Analîzên medyaya erebî destnîşan kir ku Sûriye piştî daxuyaniya dawîn a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikeve qonaxek nû, di heman demê de başûrê Sûriyeyê hîn jî wek qadeke dan û standinên herêmî û pêşbaziya di navbera Şam, Tel Avîv û Enqerê de ye.

Daxuyaniya QSD`ê û rewşa li başûrê Sûriyeyê di medyaya erebî de
1 îlon, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro jî li ser mijara Sûriyeyê nivîsî û bal kişand ser daxuyaniya QSD`ê ya 25`ê Tebaxê û pêşbaziya herêmî ya ji bo desthilatdariya li ser Sûriyeyê.

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser bandorên siyasî yên biryarê nivîsî û diyar kir ku daxuyaniya dawîn a QSD`ê bûye veguherîneke di nêzîkatiya pirsgirêka Kurd a Sûriyeyê de û pirsgirêkê ji pevçûna leşkerî ber bi rêyeke siyasî ve dibe.

Rojnameyê biryar wekî "dîrokî" bi nav kir ku Kurdan û bi giştî sûriyeyiyan ji rêya pevçûn û tundiyê dûr dixe û deriyê çareseriyeke siyasî ya pirsa Kurd vedike.

Rojnameyê nivîsî ku serkeftina vê qonaxê ne tenê bi biryara dawîn a QSD`ê ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi hawîrdora siyasî û civakî ya pêvajoya entegrasyonê ve jî girêdyî ye. Rojnameyê hişyarî da ku rageşiya berdewam di navbera aliyên neteweperest ên tundraw de dikare rê li ber derbasbûna bo vê qonaxa nû bigire.

Rojnameya El Quds El Erebî nivîsî ku guhertina dawîn a piştî daxuyaniya QSD`ê, pirsgirêka Kurd dixe qonaxek nû ya ji berê cuda.

Di rojnameya Lubnanê El Axbar de raporek bi sernavê "Projeyeke Lihevhatinê li Siwêdayê: Şam ber bi Avaniyeke Ewlehiyê ya Nû li Başûr ve Diçe" hate weşandin û pêşketinên li başûrê Sûriyeyê û ji nû ve destpêkirina dan û standinên ewlehiyê yên di navbera Şam û Tel Avîvê de nirxandin.

Rojnameyê nivîsî ku nîqaş ber bi "rêkeftinên ewlehiyê yên nû ji bo başûrê Sûriyeyê ve diçin ku pirsgirêkên sivîl çareser dike, lê çareseriyeke ji bo rewşa leşkerî bi paş dixe.

Di çarçoveya pêşbazî û rikberiya desthilatdariyê de, gotareke di rojnameya Lubnanê El Cumhuriye de bi sernavê "Rûbirûbûna Tirkiye-Îsraîlê li Perava Deryaya Spî" bandorên rikeberiya di navbera Enqere û Til Avîvê de nirxand û bi pêşketinên li Sûriyeyê ve girê da.

Rojnameyê pirsa “gelo Rojhilata Deryaya Spî dikare bibe meydanek ji bo vê pêşbaziyê piştî ku Washingtonê rê li ber rûbirûbûna rasterast a Tirkiye-Îsraîlê li ser Sûriyeyê girt, derdixe holê” kir.

Li gorî rojnameyê ev yek nîşan dide ku pêşketinên dawîn fikaran li ser berfirehbûna rikberiya Tirkiye-Îsraîlê li meydanên din zêde dikin, bi taybet bi zêdebûna rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê û hewldanên Îsraîlê yên ji bo parastina desthilata xwe li başûr.

(k)

ANHA