Piştî pevçûnan li Siwêdayê rewşa hişyariyê

Piştî pevçûnên şevê din ên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Parêzvanên Neteweyî yên Siwêdayê de, li parêzgeha Siwêdayê rewşa hişyariyê serdest e. Hejmara birîndarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî gihîşt 10 kesan.

Piştî pevçûnan li Siwêdayê rewşa hişyariyê
1 îlon, 2026   09:38
SIWÊDA

Li rojavayê Siwêdayê, şevê din di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Parêzvanên Neteweyî de li deverên derdora gundên Walga, Rîma Hazim û Tel Hedidê, pevçûnên ku çekên giran û topên hawanê tê de hatin bikaranîn, rû dan.

Li gundewarên rojavayê Siwêdayê niha bêdengî serdest e lê dengê guleyan car caran tê bihîstin.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Siwêdayê diyar kir ku 10 endamên wan dema ku êriş li ser çeperên wan ên li herêma Tel Hedid hatin kirin, birîndar bûne.

(k)

ANHA