NY`yê ji bo jinên li kesên winda digerin rojek diyar kir

Neteweyên Yekbûyî 19`ê Kanûnê kir rojeke navneteweyî ya xelatkirina jinên ku li kesên winda digerin.

NY`yê ji bo jinên li kesên winda digerin rojek diyar kir
1 îlon, 2026   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo rêzdariya li hember xebatên lêkolîna der heqê windahiyan de, biryar da ku 19`ê Kanûnê bike rojeke navneteweyî ya ji bo jinên ku li windahiyan digerin. 

NY’yê di biryara xwe de ku duh (31`ê Tebaxê) aşkara kiribû, daxwaz ji dewletên endam û aliyên peywendîdar kir ku bi rêya orgenîzekirina çalakiyan pêşwaziya roja navneteweyî bikin, balê bikşînin ser keda jinan û daxwaza wan a naskirina çarenûsa kesên winda.

Beriya derketina biryarê nûnerê daîmî yê Sûriyeyê yê li NY`yê Îbrahîm El Ulbî da zanîn ku jinên li Sûriyeyê “di dîroka nûjen de rastî gelek karesatên girêdayî mijara windahiyan hatin”, ev biryar veguhertinekê li ser asta Sûriyeyê û dosyaya windahiyan çêdike.

Ev biryar piştî hilweşandina rejîmê, yekemîn biryar e ku Sûriyeyê ji bo Desteya Giştî ya NY`ê pêşkêş dike.

Ev biryar di demekê de ku dosyaya windahiyan hîn li gel NY`yê dewam dike, derket ku ev yek ji dosyayên mirovî yên li Sûriyeyê ye; çarenûsa bi hezaran kesan ne diyar e, bi taybet jinan bi salan e erka lêgerîna li xizmên xwe yên winda girtiye ser mile xwe.

(sb)