Daxuyaniya Beşar Esed û vekişîna Rûsyayê ji Sûriyeyê rojevên rojnameyên erebî ne

Çavdêr dibêjin îhtîmala mayîna Rûsyayê li Sûriyeyê kêm e, lê ew ê bi mebestên aborî ji bo mayîna xwe dan û standinan bike. Daxuyaniya Esed jî diyar dike ew dûrî rastiyê ye û di nava xeyalan de dijî.

Daxuyaniya Beşar Esed û vekişîna Rûsyayê ji Sûriyeyê rojevên rojnameyên erebî ne
17 kanûn, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro daxuyaniya Beşar Esed ku li ser torên civakî belav kiribû û vekişîna Rûsyayê ji Sûriyeyê nirxandin.

HÎNA NEFESEKE ESED MABÛ’

Bi vî sernavî rojnameya Şerq El Ewset têkildarî daxuyaniya ku li ser torên medyaya civakî yên Beşar Esed hatiye weşandin, nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku Esed bi vê daxuyaniya xwe behsa projeya xwe ya siberojê dike û dibêje reva wî bi balafireke Rûsyeyê ji baregeha hewayî ya Himeymîmê ya Rûsyayê, nayê wateya dawiya çîroka Beşar.

Ev derbirîn û peyam, tevliheviya hişmendiya Esed a desthilatdariyê dide nîşan ku ji rastiyê dûr e û li derdora xeyaleke çêkirî ye û tê de dijî.

‘SIBEROJA BAREGEHÊN RÛSYAYÊ YÊN LI SÛRIYEYÊ DÊ ÇAWA BE?

Rojnameya El Ereb li ser siberoja baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê wiha nivîsî: "Wêneyên vê dawiyê yên satelaytan didin nîşandan ku tevgera leşkerî ya Rûsyayê li baregehên hewayî yên Himeymîm û Tartûsê çêdibe."

Şîrovekarê siyasî Andrey Ontikov der barê mijarê de dibêje "Îhtîmala mayîna baregehên Rûsyayê kêm e" lê di heman demê de da zanîn ku Moskov dê li ser vê mijarê dan û standinan bike.

Her wiha got: "Bi qasî ku pêkan e Rûsya hewl dide li Sûriyeyê bimîne, ji ber sedemên aborî, wekî bikaranîna ava Deryaya Spî.”

Rojnameyê her wiha nivîsî ku dê Amerîka û Rûsya zû ji Sûriyeyê venekişin û wiha nivîsand: "Trump çend caran rexne li Biden kir, dema ku ji Efganistanê vekişiya û got ew vekişîn ne birêxistinkirî bû. Lewma xuya ye dê Amerîka ji Sûriyeyê venekişe. Eger Amerîka venekişe dê Rûs jî li Sûriyeyê bimînin, ji ber ku ji bo parvekirina xenîmetê kesek ji kesî ne çêtir e."

Rojnameyê diyar kir: "Tevî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken û rayedarên din ên Amerîkayê yên têkildarî yekitiya axa Sûriyeyê jî, em dikarin bibêjin ku li ser Sûriyeyê hîna nakokî hene. Amerîka Sûriyeyeke bê rêxistinên dijberî siyaseta wê dixwaze û dixwaze li wir bi bandor be, her wiha pir hewl dide bi yekcarî Tirk û Rûsan ji Sûriyeyê derxe.”

(k)