Nûnerê Rêveberiya Xweser bi partiyên Parlamentoya Ewropayê hevdîtin kir

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi partiyên çepgir ên Parlamentoya Ewropayê re hevdîtin kir û jê xwest ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê biryarekê bidin, Kurd û pêkhateyên din beşdarî pêvajoya siyasî bikin û piştgiriyê bidin koçberan.

Nûnerê Rêveberiya Xweser bi partiyên Parlamentoya Ewropayê hevdîtin kir
17 kanûn, 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer duh li bajarê Strasburg ê Fransayê bi nûnerên partiyên çepgir ên parlamentoya Ewropayê re hevdîtin kir.

Ebdulkerîm Omer di hevdîtinê de bal kişand ser pêkanînên rejîma Baasê yên li dijî gelê Sûriyeyê û bi bîr xist ku rejîma Baasê bi hezaran ciwan girtin, zext li Kurdan dikir, bi sed hezaran Kurd bê nasname hiştin, kiryarên kuştin û guhertina demografiyê dikirin.

Omer anî ziman ku divê civata navneteweyî û Yekitiya Ewropayê rewşa Sûriyayê ji nêz ve bişopînin, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya demokratîk a nenavendî tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî gelê Kurd, beşdarî pêvajoya siyasî bên kirin.

Ebdulkerîm Omer qala êrişên çeteyên Ceyş El Wetenî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehbayê û koçberkirina niştecihên wê, zehmetiyên ku koçber dikişînin jî kir.

Omer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Minbicê û bi bîr xist ku di encama êrişan de gelek kes hatin kuştin û gelek kes koçber bûn. Her wiha got: "Dewleta Tirk niha amadekariyên êrişekê li ser Kobanê ku bûye sembola azadiyê û berxwedana li hemberî terora DAIŞˈê, dike."

Ebdulkerîm Omer ji parlamenteran xwest ku li ser van xalan bixebitin:

- Êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin. Eger êriş berdewam bikin dê bi hezaran DAIŞˈî ji girtîgehan û bi deh hezaran malbatên wan ên li kampan birevin. Ev yek jî dê bibe sedema karasetekê li herêmê û civata navneteweyî. Di heman demê de dê bibe sedema koçberiyeke mezin a li derveyî welat û Ewropayê.

-  Biryara rawestandina şer li tevahî Sûriyeyê bidin da ku diyaloga siyasî di navbra tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê dest pê bike.

- Divê Kurd û Rêveberiya Xweser beşdarî pêvajoya siyasî werin kirin û mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.

- Bi lez alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên ji Efrîn û Minbicê bikin.

(bb)