Li Moskovê teqîn: 2 kes hatin kuştin

Li rojhilatê paytexta Rûsyayê Moskovê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan, rayedarekî artêşê û kesekî din hatine kuştin.

Li Moskovê teqîn: 2 kes hatin kuştin
17 kanûn, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya xwecih a Rûsyayê, vê sibehê li rojhilatê paytexta Rûsyayê Moskovê teqînek çêbû. Hate diyarkirin ku di teqînê de 2 kes hatine kuştin.

Ajansa TASS ku agahiyên xwe ji dezgehên rewşa awarte girtine, diyar kir ku "li rawestgeha Ryazansky Prospekt a metroya Moskovê di encama teqînekê de 2 kes hatine kuştin."

Medyaya xwecih jî diyar kir ku di teqînê de serokê Desteya Parastina Radyasyon û Kîmyewî ya artêşê hatiye kuştin.

Hate diyarkirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.

(bb)