Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir

Radyoya Star FM li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, bi amadebûna endamên radyoyê û nûnerên ji saziyên ragihandinê yên herêmê, salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir.

Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Radyoya Star FM salvegera 9ˊemîn a damezrandina xwe pîroz kir
15 kanûn, 2025   17:20
QAMIŞLO

Radyoya Star FM yekemîn radyoya jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji 9 salan ve bi rêya bernameyên bi gelek zimanan xebatên li ser gihandina dengê jinan, balkişandina li ser doz û têkoşînên wan dike. Radyo bûye platfomra aktîv di veguhastina rastiyê û derxistina nasnameya jina azad di rêveçûna şoreşa jinê de.

Radyoyê di 15ˊê Kanûna 2017ˊan de dest bi weşanê kir, destpêkê tenê li ser asta kantona Cizîrê bû.

Li gorî rêveberiya radyoyê de, piştî xebatên 9 salan wê di çend mehên din de asta weşana xwe berfireh bike ku tevahî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire nava xwe.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre berdevka Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Emel Mihemed diyar kir ku ev roj bi saya fedakariyên şehîdan û fikra Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û spasiya rojnamevanên ku tevî zehmetiyan xebatên xwe dane meşandin, kir.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Radyoya Star FM Avaşîn Hêlîn ev destkeftî diyarî tevahî jinên canê xwe di oxira şoreşa jinê de daye kir.

Di çalakiya pîrozbahiyê de 5 endamên radyoyê hatin xelatkirin û axaftinên pîrozbahiyê ji hêla nûnerên saziyên ragihandinê ve hatin kirin.

(fr)

ANHA