Washingtonê cezayên li ser Sûriyeyê sererast kirin

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wê lîsteyên cezayên li ser Sûriyeyê sererast kirin. Di encamê de rewşa awarte ya bi rejîma Esed ve girêdayî hat betalkirin û cezayên giştî yên li ser Sûriyeyê jî hatin betalkirin. Wezaretê diyar kir ku ceza li ser sûcdarên şer, kesên ku mafên mirovan binpê kirine û torên qaçaxtiya hişbirê wekî xwe mane.

Washingtonê cezayên li ser Sûriyeyê sererast kirin
24 îlon, 2025   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wê lîsteyên cezayên li ser Sûriyeyê sererast kirin.

Li gorî vê sererastkirinê navê "lîsteya cezayên bi Sûriyeyê ve girêdayî" bû "lîsteya cezayan ji bo xurtkirina darizandina Esed û aramiya herêmê".

Li gorî sererastkirinê rewşa awarte ya ku di 2004'an de li dijî siyasetên rejîma berê hatibû ragihandin, hat betalkirin. Her wiha cezayên giştî li ser Sûriyeyê hatin betalkirin lê cezayên li ser sûcdarên şer, kesên ku mafên mirovan binpê kirine û torên qaçaxtiya hişbirê nehatine betalkirin.

Di lîsteyên nû de kes û statûyên nû hatin bicihkirin. Her wiha qanûnên nû wekî "qanûna Qeyser" û "qanûna têkoşîna dijî qaçaxtiya keptagonê" wekî bingeheke rewa ji bo cezayên pêşerojê hatin dîtin.

Wezaretê diyar kir ku armanca wan ji siyaseta nû xurtkirina darizandina kesane û pêşxistina aramiya herêmê ye.

(mh)