Li gundewarên Şamê pevçûn 3 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn

Li bajarokê Zakiya yê gundewarên Şamê di dawetekê de şer navbera du malbatan derketiye û di encamê de 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gundewarên Şamê pevçûn 3 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn
3 hezîran, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja sêşemê li bajarokê Zakiya yê gundewarê Şamê di dawetekê de navbera du malbatan de şer derketiye. Li gorî çavkaniyên herêmî berê navbera her du malbatan de pirsgirêk hene. Di dawetê de şer navbera her du malbatan derketiye û di hevdû gulebaran kirine. Di encamê de 3 kes (mêrek û du jin) mirine û 10 kes jî birîndar bûne. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêma ku şer lê qewimî bû dorpêçkirine û hewl didin ku kesên şer kirine bigirin.

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) belge kir ku ji destpêka sala 2026`an li Sûriyeyê buyerên wiha qewimî ne û di encamê de 35 kes mirine û 90 kes jî birîndar bûne.

(np)