DAIŞ’iyê di şewitandina pîlotê urdinî de cih girtibû tê dadgehkirin

Dadgeha Siwêdî der barê welatiyê siwêdî Osama Kerîm ku bi tawana di bûyera şewitandina pîlotê urdinî Meaz El Kesasba de cih girtibû, dadgeh dike.

DAIŞ’iyê di şewitandina pîlotê urdinî de cih girtibû tê dadgehkirin
31 tîrmeh, 2025   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Kanûna 2015’an de dema pîlotê urdinî Meaz El Kesasba hat xwarê, ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê. DAIŞ’ê di sala 2015’an de li Sûriyeyê El Kesasba şewitandibû. Şewitandina pîlot bi dîmen li ser malperên çeteyên DAIŞ’ê hatibû belavkirin.

Tê payîn îro dadgeriya Siwêdê der heqê çete Osama Kerîm de ku bi tawana cihê xwe di bûyera şewitandina El Kesasbe de girtiye, biryarê bide. Bi vê yekê Siwêd dibe yekem welatê cîhanê yê welatiyên xwe ji ber sûcên DAIŞ’ê de dadgeh dike.

Dozgeriya Giştî ya Siwêdê cezayê muebbetê ji Osama Kerîm re daxwaz dike.

Çete Osama Kerîm, tawan red kir û destnîşan kir ew tenê 20 deqeyan li cihê bûyerê mabû û tu agahiya wî ya bi kuştina El Kesasba nîn bû.

(dc)