DAIŞˋê êrişên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyeyê çawa bi kar anîn?

Bi guhertinên bilez ên jeopolîtîk ku li Sûriyeyê rû dane, tevgera çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî berbiçav zêde bûye, ku niha hema hema rojane dikarin êrişan pêk bînin. DAIŞ êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê bi kar tîne û êrişên xwe dewam dike.

DAIŞˋê êrişên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyeyê çawa bi kar anîn?
3 sibat, 2025   02:25
HELEB
MIHEMED EBDO

Rûxandina rêjîma Baas li Sûriyeyê rê li ber destewerdana gelek welatên herêmê di karûbarên Sûriyeyê de vekir, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku ti dixwaze careke din çeteyên DAIŞ`ê derxîne û li dijî gelê Sûryeyê bikar bîne.

Li gorî agahiyên ku ajansa me belgeh kiriye, şanên terorîst ên DAIŞê ji 27ê Mijdara 2024an ve heta dema amadekirina vê raporê li seranserê Sûriyeyê 43 êriş pêk anîne. Di wan êrişan de çeteyên DAIŞê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê sivîl û leşker kirine armanc.

32 ji van operasyonan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, piraniya wan li gundewarê rojhilat û rojavayê Dêrazorê û li herêmên Hesekê û Reqqayê hatin lidarxistin. Çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û mal û milkên sivîlan kirin. Di heman demê de, QSD`ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê, nêzîkî 158 çekdarên DAIŞê girtin, di nav wan de serkirde û hevkarên wan hebûn. herwiha hejmarek çekdarên DAIŞê di pevçûnan de hatin kuştin.

DAIŞ`ê her wiha 11 êriş li biyabana Sûriyeyê li dijî leşkerên rêjîma Sûriyeyê ya berê berî rûxandinê kirin, û di encamê de 70 leşker hatin kuştin, her wiha 20 sivîl jî ku piraniya şivan bûn hatin kuştin.

QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir caran der barê zêdebûna tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li herêmê û tevahiya Sûriyeyê daxuyanî û hişyarî dan.  Her wiha dane zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê mijûlbûna hêzên leşkerî bi şerên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bikar tîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek aliyên navdewletî di serî de Ewropa, Amerîka û dewletên herêmî yên weke Iraq û Urdinê hişyarî dan ku çeteyên DAIŞ’ê dê ji ber êrişên artêşa Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetê bibîne û bikar bîne.

(k)

ANHA