Ciwanên Ereb ên Şengalê: Em li dijî fitneya di navbera Kurd û Ereban de ne

Ciwanên Ereb ên Şengalê bertek nîşanî êrişên komên çete yên hikumeta demkî dan û diyar kir ku armanca van êrişan çandina tovên fitneyê di navbera gelê Kurd û Ereb de ye.

Ciwanên Ereb ên Şengalê: Em li dijî fitneya di navbera Kurd û Ereban de ne
28 ÇILE, 2026   10:53
ŞENGAL

Ciwanê bi navê Zerdeşt Şalan diyar kir ku ew bi fikareke mezin li rewşa Rojavayê Kurdistanê dinêrin û got: “Ev aloziya ku encama kiryarên komên çekdar e, bûye sedema binpêkirin û qirkirinên li dijî gelê Kurd û Ereb. Em bi zelalî dibînin ku gel dibe qurbaniya polîtîkayên derve. Tiştê ku îro diqewime ne tenê tundî ye. Dixwazin herêmê ji gelên wê yên resen vala bikin û jiyana hevbeş derb bikin."

Ciwanê bi navê Ebdul Elbarî jî berxwedana Rojava silav kir û bal kişand ser hovîtiya li herêmê û got: “Kiryarên li Rojava tên kirin sûcên şer in. Dixwazin bi van êrişan pêkhateyên herêmê ji hev belav bikin."

Ciwanê bi navê Cemşîd Ereb jî got: "Em wekî ciwanên Ereb ên Şengalê, vî şerê nemirovî red dikin. Ev komên ku bi navê hêzên hikumeta Sûriyeyê ketine Rojava, navê Ereban reş dikin. Ev fitneyeke pir xeternak e û nabe mirov li hemberî wê bê deng bimîne. Em piştevaniya xwe ya ji bo Berxwedana Rojava û îradeya wan radigihînin.”

Ehmed Ereb bang li gelê herêmê kir û got: “Bila gelê Ereb nekeve xefikên dijmin û biratiya xwe ya bi gelê Kurd re xirab neke.”

(h)