Li Kobanê firin 24 saaet kar dikin, ard û sotemenî kêm in

Merwa Dirêî diyar kir ku ew hewl didin hemû pêdiviyên jiyanî peyda bikin û got “Firneyên nan 24 saetan di xizmetê de ne lê arvan û sotemenî kêm in.”

Li Kobanê firin 24 saaet kar dikin, ard û sotemenî kêm in
Li Kobanê firin 24 saaet kar dikin, ard û sotemenî kêm in
Li Kobanê firin 24 saaet kar dikin, ard û sotemenî kêm in
Li Kobanê firin 24 saaet kar dikin, ard û sotemenî kêm in
Li Kobanê firin 24 saaet kar dikin, ard û sotemenî kêm in
Li Kobanê firin 24 saaet kar dikin, ard û sotemenî kêm in
28 ÇILE, 2026   10:54
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Hevseroka Meclisa Aborî ya Kantona Firatê Merwa Dirêî têkildarî rewşa gel û kêmbûna arvan û sotemeniyê, ji ajansa me re axivî.

Merwayê anî ziman ku ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek kes ji malên xwe koçber bûne û berê xwe da Kobanê û got: "Dorpêça li ser Kobanê îro di roja xwe ya 10`emîn de dewam dike. Ji bo xizmeta gel, firneyên me 24 saetan nan çêdikin. Di hundirê Kobanê de gelhe zêde ye û gelek koçberên ji Tebqa, Reqa û deverên din hatine Kobanê. Ji ber vê yekê em bi qasî dikarin, ji bo ku gelê me bê nan nemîne, firne 24 saetan di xizmetê de ye.”

Merwayê diyar kir ku nêzî 600 hezar kes li Kobanê dijîn, ji ber vê yekê hejmara gel zêde ye, arvan û hawên kêm bûye û wiha got: “Wekî tê zanîn ku xwarin û vexwarin kêm in û înternet tune ye. Ji ber vê yekê gel di nava zehmetiyan de ye. Ger em nekarin xwarin û vexwarinê ji gel re çêkin, wê demê di nava krîzekê re derbas bibe.”

Merwayê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew hewl didin di hundirê beşa aborî de hemû pêdiviyên jiyanê ji bo gel peyda bikin û wiha got: “Hewldana me ew ku em pêdiviyên jiyanê yên sereke ji bo gel peyda bikin, da ku gelê me di nava krîzan re derbas nebin. Em ê hewl bidin ji hundirê Mola Kobanê de bixibitînin, wek şîrên zarokan peyda bikin.”

Merwa Dirêî di dawiya axaftina xwe de got pêwîstiyên wan bi arvan, hawên û sotemenî ji ber ku niha kêm maye.

ANHA