Rojnameyên erebî li ser rewşa Kurdên Sûriyeyê û rageşiya DYA û Îranê nivîsî

Rojnameyên erebî nivîsî ku êrişên dawîn ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser deverên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin ku Washington dev ji hevalbendên xwe yên Kurd berdaye. Rageşiya DYA û Îranê jî zêde bûye.

Rojnameyên erebî li ser rewşa Kurdên Sûriyeyê û rageşiya DYA û Îranê nivîsî
28 ÇILE, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî li ser geşedanên pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê, rageşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê û nîqaşên ewropiyan ên li ser serxwebûna stratejîk nivîsîn.

LI LUBNANÊ ŞÊR, LI GOLANÊ KÎVROŞK’

Rojnameya El Quds El Erebî ya li Londonê diyar kir ku bûyerên dawîn ên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bandorên cidî li ser rewşa Kurdan û hem jî ya Sûriyeyê dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bakur li dijî Kurdan helwesteke tund nîşan dide, di heman demê de li başûr li hember Îsraîlê aram e ku ev yek senaryoya ku ew wekî dubarekirina gotina "Li Lubnanê şêr e û li Golanê kîvroşk e" tîne bira mirov. Rojnameyê nivîsî ku sûdmenda herî mezin ê vê rastiyê Îsraîl e.

RAGEŞIYA DYA Û ÎRANÊ

Rojnameya Lubnanê El Exbar li ser rageşiya DYA’yê ya li dijî Îranê nivîsî û diyar kir ku Washington tevî temamkirina amadekariya xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn, bi polîtîkayeke "nezelaliya stratejîk" tev digere.

Rojnameyê destnîşan kir ku daxuyaniyên Trump ku ji aliyekî ve gefên leşkerî dixwe û ji aliyê din ve banga dan û standinan dike, nîşan didin ku ew dixwaze zextê li Tehranê bike bêyî ku biryara şer bide.

Rojnameyê diyar kir ku Îran her êrişekê, heta êrişeke sînordar jî be, wek "ragihandina şerekî giştî" dibîne û got ew ê bi hêza herî zêde bersivê bide, ev yek jî derî li ber aloziyeke ku dikare ji kontrolê derkeve, vedike.

‘GELO EWROPA DIKARE SERBIXWE BE?’

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê bal kişand ser siberoja têkiliyên Ewropa û DYA`yê û pirsî: "Gelo Ewropa dikare serbixwe be?" Rojnameyê nivîsî ku şerê li Ukraynayê lawaziya hêza parastinê ya serbixwe yên Ewropayê aşkera kir, tevî ku ji hêla aborî ve bi hêz e.

Rojnameyê diyar kir ku bangên ji bo "serxwebûna stratejîk" a Ewropayê zêde dibin, lê ji ber nakokiyên navxweyî û girêdayîbûna kûr a bi sîwana ewlehiyê ya DYA`yê ve, ev hewldan asteng dibin.

(k)