Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Zirganê hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Girtîgeha Amedê (14 Tîrmeh) li Zirganê hatin bibîranîn.

Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Zirganê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Zirganê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Zirganê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Zirganê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Zirganê hatin bibîranîn
12 tîrmeh, 2026   13:37
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Zirganê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14‘ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê çalakiyek li hola Meclisa Gel li dar xist. Endamên tevgerê, nûnerên saziyên sivîl, meclis û Hêzên Asayîşê beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger Zinar Ehmed axivî. Zinar Ehmed şehîdên Rojiya Mirinê ya girtîgeha Amedê (14 Tîrmehê) bi bîr anîn û got van şehîdan hêmanên berxwedan û têkoşînê dan avakirin.

Zinar Ehmed bi domdarî got: "Berxwedana girtîgeha Amedê di têkoşîn û berxwedana Kurdistanê de xalek werçerxê bû û ji ciwanan re bû îlhama domandina têkoşîna parastina doza xwe."

Piştre sînevîzyonek li ser Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat pêşandan.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

14‘ê Tîrmeha 1982‘yan salvegera berxwedana "Rojiya Mirinê" ya girtîgeha Amedê ye ku bi pêşengiya kadroyên PKK‘ê dest pê kir û bi şehadeta Mihemed Xêr Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek bi dawî bû.

(bb)

ANHA