Ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî serferberiya giştî bûn

Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ku duh gihitştibûn Rojava, tevlîbûna xwe ya serferberiya giştî, ragihandin.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî serferberiya giştî bûn
21 ÇILE, 2026   15:23
QAMIŞLO

Duh komek ciwanên başûrê Kurdistanê li ser banga serferberiya giştî ya ku ji hêla Rêvebriya Xweser ve hatiye ragihandin, derbasî herêmên Rojava bûn.

Îro koma ciwanan li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlan daxuyaniyek dan.

Daxuynî bi navê koma ciwanan ji aliyê Gemo Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ciwana tevlîbûna xwe ya serferberiya giştî, ragihandin û diyar kirin ku ew amade ne li dijî êrişên li ser Rojava li kêleka hêzên parstinê şer bikin.

(k)