Rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî de mijara civînê bû

Di civînnekê de ku ji aliyê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve hate lidarxistin,  rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî, tifaqa niştimanî û avakirina Sûriyeya nû de hat nîqaşkirin. Hate goitn ku divê rola ciwanan di qonaxa veguhêz de çalak be.

Rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî de mijara civînê bû
Rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî de mijara civînê bû
Rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî de mijara civînê bû
Rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî de mijara civînê bû
Rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî de mijara civînê bû
Rola ciwanan di xurtkirina aştiya navxweyî de mijara civînê bû
13 tebax, 2026   16:46
HESEKÊ

Meclisa Giştî ya Ciwanan a Meclisa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) bi armanca nirxandina rewşa siyasî, civakî û rêxistin, parastina aştiya navxweyî û rêgirtina li ber zimanê nefretê civînek li bajarê Hesekê li dar xist. Tevî bi dehan endamên Meclisa Ciwanan a MSD‘ê, hevseroka MSD‘ê Leyla Qereman beşdarî civînê bû.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Ciwanan a MSD‘ê Selman Nebhan rewşa siyasî ya herêmê nirxand. Nebhan bal kişand ser rola ciwanan di avakirina Sûriyeya siberojê û beşdariya wan di qadên siyasî, civakî û aborî de. Her wiha îşaret bi rola wan di pêşgirtina li gotinên nefretê û parastina aştiya navxweyî de kir.

Hevseroka MSD‘ê Leyla Qereman jî ku rewşa herêmê nirxand got, herêm di qonaxeke girîng û hestiyar re derbas dibe, lew ra divê rewşa siyasî bi baldarî were xwendin da ku nekevin şaştiyan.

Leyla Qereman anî ziman ku divê gelê Sûriyeyê dûrî destwerdana derve çarenûsa xwe diyar bike, tifaqa nîştimanî xurt bike, parçebûnê ji holê rabe û dewleteke li ser bingehê edalet, hevbeş û rêzgirtina li hember pirrengiyê bê avakirin.

Hevseroka MSD‘ê di dewama nirxandinên xwe de îşaret bi zimanê nefret û kîndariyê jî kir ku di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de tê çêkirin kir û got ev yek dê xetereyan bi xwe re bîne û aştiya navxweyî tehdîd dike.

Leyla Qereman diyar kir ku parastina aştiya navxweyî û xurtkirina çanda pêkvejiyanê berpirsyariya herî kesî. Her wiha ji ciwanan xwest ku ji bo rêgirtina li ber parçebûnê bi nêrîneke hevpar bixebin û got, divê nêrîna li pirsgirêkên ciwanan di nava projeya avakirina siberojê de cih bigirin.

Leyla Qereman behsa dosyaya koçberên Serêkaniyê kir û got,  divê vegera wan a ewle were garantîkirin û hikumeta demê berpirsyariyên xwe li hemberî vê dosyayê bi cih bîne.

Hevseroka MSD‘ê Leyla Qereman bal kişand ser hêza ciwanan a çêkirina guhertinê û avakirina siberojê û da zanîn ku divê rola wan di navendên biryardanê de jî were xurtkirin.

Piştî nirxandinên Leyla Qereman  beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran îşaret bi rola ciwanan li hember arîşeyan, girîngiya xurtkirina hebûna wan di jiyana giştî û avakirina Sûriyeya diberojê de kirin.

Di dawiyê de desntîşan kirin ku dê xebata xwe dewam bikin, nêrîna hevbeş a ciwanan pêş bixin ku bikeve xizmeta Sûriyeyê û mafên tevahî pêkhateyên wî mîsoger bike.

(bb)

ANHA