Ciwanan pêşgirtina li penaberiyê nîqaş kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger civîneke bi mijara penaberiya ciwanan û rêgirtina li pêşiya wê li dar xist.

Ciwanan pêşgirtina li penaberiyê nîqaş kirin
Ciwanan pêşgirtina li penaberiyê nîqaş kirin
Ciwanan pêşgirtina li penaberiyê nîqaş kirin
Ciwanan pêşgirtina li penaberiyê nîqaş kirin
Ciwanan pêşgirtina li penaberiyê nîqaş kirin
Ciwanan pêşgirtina li penaberiyê nîqaş kirin
24 mijdar, 2025   20:09
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Desteya Ciwanan û Werzîşê civînek bi sernavê "Penaberiya ciwanan şerê taybet ê bi armanca valakirina herêmê û guhartina demografiya wê ye" li hola Meclisa bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di civînê de ku endamên tevgerê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û koçberên Efrîn û Şehbayê beşdar bûn, diyardeya penaberiya ciwanan, sedemên wê û rêbazên pêşîlêgirtinê hatin nîqaşkirin.

Endamê Desteya Ciwanan û Werzîşê Alan Qico li ser sedem û cûreyên penaberiyê wekî penaberiya hundirîn û ya derve, penaberiya rewşenbîran û penaberiya bi darê zorê axivî. Qiço îşaret pê kir ku rewşa aborî, bêkarî, rewşa siyasî, lêgerîna li kar, perwerde û şer sedemên bingehîn ên penaberiyê ne.

Qiço di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandorên neyînî yên penaberiyê û got" Penaberî dibin sedemên pirsgirêkên derûnî ku ji ber tenêtiyê çêdibin. Der barê bandorên civakî de jî têkiliyên malbatî û civakî qut dikin. Di heman demê de li welatên ku ciwan jê penaber dibin bandorên neyinî yên aborî çêdibin. Zêdetirî vê yekê bandorên çandî yên asîmîlekirina penaberan di nav çandên cûda de derdikevin. Ev yek dibe ku bibe sedema windakirina nasnameyê."

Qeco der barê rêbazên pêşîgirtina li vê diyardeyê de got "Li gorî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan pêwistî heye ku em li rêxistinkirina civakî ya azad vegerin û di nav karê komîn, meclis û komeleyên ciwanan de cih bigirin. Her wiha hişmendiya xwe ya çandî pêş bixin, demokrasiya komînal û azadiya jinan xurt bikin."

Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo ciwanên ku welatê xwe terik kirine hat xwendin.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Mihemed Xêr Tewfîq tecrûbeya xwe ya mayîna li derveyî welêt û zehmetiyên ku kişandine vegot.

Di dawiya civînê de beşdaran girîngiya pêşxistina hişmendiya ciwanan û teşwîqkirina wan ku li welêt bimînin û erkên xwe li hemberî wê pêk bînin, vegotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêber Abdullah Ocalan di 17'ê Îlona borî de bang li ciwanên li Ewropayê kir ku vegerin welatê xwe û xwedî li berpirsiyariya xwe ya li hemberî xak û çanda xwe, derkevin.

(mh/bb)

ANHA