Ebdulhemîd Ferec: Pêwîste em hemû piştgiriya Rojava bikin

Serokê Yekitiya Zanayên Olî ya Şaxa Helebceyê Ebdulhemîd Ferec da zanîn fetwaya ku ji aliyê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve li dijî Kurdan dayîn, ti peywendiya xwe bi ol û baweriyan ve nîne û got:“Pêwîste em tev bi hevre piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bikîn.”

Ebdulhemîd Ferec: Pêwîste em hemû piştgiriya Rojava bikin
21 ÇILE, 2026   15:29
NAVENDA NÜÇEYAN

Nerazîbûnên li dijî êrişên komên çete yên Şam û Enqerê yên li dijî Rojava her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de Serokê Yekitiya Zanayên Olî ya Şaxa Helebceyê Ebdulhemîd Ferec da zanîn ku êrişên li ser Rojava êrişên li dijî hebûna Kurdaye, ji bona wê divê herkes piştgiriya gelê Rojava bike.

Ebdulhemîd Ferec got: “Em îro hatine vêderê ji bo ku em li dijî zilma li ser xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê bisekinîn. Bi dirêjahiya dîrokê em Kurd hatine çewisandin û mafên me hatine xwarin. Ev şerê ku îro li Rojavayê Kurdistanê tê kirin ne şerê ol û kafirane. Ji berku ti gelek wek gelê Kurd bi olê xwe ve girêdayî nîne. Ev şerê desthilatê ye, şerê qirkirina beşek ji xelkê vî welatiye.”

Di derbarê fetwaya ku ji aliyê hikûmeta Colanî ve li dijî Kurdan hatî derxistin jî, Ebdulhemîd Ferec got: “Fetwaya ku hate dayîn gelek ne dicih de ye, ti peywendiya xwe bi ol û baweriyê ve nîne. Alema Erebî û rojavayî tev deyndarên Kurdanin. Dewletên serdest hertim xwestine Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin.”

Di dawiyê de jî Serokê Yekitiya Zanayên Olî ya Şaxa Helebceyê Ebdulhemîd Ferec got: “Pêwîste serkirdeyên Kurd wane ji tiştên berê çêbûne wergirin, di demên xweşî û nexweşiyan de li gel gelê xwe de bin.”